Hebandina pêşîyan 5 страница
Mêrxasê hikyata kurdî “Nêçîrvan”, ku nêçîrvan bûye, wextê bi kûçikê xwe yê amin ra diçe nêçîrê, rastî du şêran tê. Nêçîrvan ji tirsa radibe serê darê. Şêr êrîşî ser kûçikê dikin, wek dibêjin, perçê mezin guhê wî dihêlin. Nêçîrvan kûçikê xwe yê amin di wê rewşê da dibîne, peyayî jêrê dibe, xwe dikuje[146].
Bawerîyên ha bal ermenîyan jî heye. Bal ermenîyên Ganzakê derheqa kûçikan da meseleyeke ha heye: ”Pêşî gur bi merivan ra dijîtin, lê kûçik di daristanan da dijîtin. Rojekê ji rojan kûçikên nexweş hatin bal guran, ji wana hîvî kirin, ku destûrê bidine wan çendekê bal merivan bijîn, heta bi ser xwe va tên, ango qenc dibin, lê gur jî gerekê biçûna li daristanan bijîtana. Gur gunehên xwe bi kûçikên nexweş anîn, cîyê xwe dane wan. Cûrê jîyana merivan gelek li kûçikan xweş hat û îdî nexwstin vegerine daristanan”[147].
Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku gava kûçik diewtin, ew tê wê maneyê, ku ji ezmanan horî an jî ruhên qenc tên û ji ber ku kûçik dihatine hesibandinê wek ruhberên bikir (paqij), dikaribûn bidîtana ku ruhên qenc û neqenc çawa ji erşê ezmîn dadikevine ser erdê. Bi bawerîya êzdîyan seyên hemis (reş.-T.X.) ruhên neqenc dizêrandin, ku eger seyê hemis carekê biewta, tirs li ruhên neqenc digirt û ew direvîyan. Bi bawerîya êzdîyan se nêzîkbûna Ezrayîl texmîn dike, pêşî dike zûkînî, paşê dikeve halekî melûlîyê û bêdeng dibe.
Êzdî kuştina kûçikan tiştekî guneh dibînin. Bi gotina gotîyan, êzdîyekî kûçikê xwe kuştîye û kûçikê wî gelek caran hatîye xewna wî û her caran jî kirîye zûkînî, ku nîşana gazindarîyê ye. Kûçikê kuştî gelek caran bi qilxê merivan dîyar dibe, tê bal xwedîyê xwe û nifiran lê dike.
Di bawermendîyên êzdîyan da hebandina kûçikan bi bawerîyên ruhên kesê rehmetlêbûyî va tê girêdanê. Gorî êzdîyan, se wek parastvanê xwedîyê xwe yê amin, herwiha parastvanê eşîra xwedîyê xwe ye jî.
Bi vî awayî, ser bingehê van fikiran em têne ser wê bîr û bawerîyê, ku se di dewrana jîyana eşîrtîyê-derebegîyê da wek bal gelek miletan, bal kurdan jî wek heywanekî momin hatîye hesibandin.
Ji heywanên malê hesp jî hatîye hebandin û ew hebandin jî ji demên buhurî tê.
Di civaka berî dewrana me da hesp di jîyana merivan da roleke mezin lîstîye. Eşîretan bêy hespan nikaribûn aborîya xwe bi rê va bibirana. Rola hespan xwesma di jîyana kurdên koçer da pir bû. Wana kon û navmala xwe bi hespan cîguhastî zozanan dikirin. Hesp di karê heyfhildanê, şerê di navbera eşîretan da û di dema nêçîrê da ji bo kurdan heywanê herî bi amin û bi nirx bû.
Derheqa hebandina vî heywanî da di gelek berhemên zargotinî (folklorî) û miletzanî (êtnografî) da, di destan, hikyat, sitiranan da hene.
Em ne bi wê fikira X. Samvêlyan ra nin, ku “girêdaneke hespan ya taybetî bi jîyana çîna hukumdar ra heye. Wek ku ew kesana di jîyana xwe da kar nakin, her wisa jî hesp di hikyatan da karekî nakin”[148].
Di zargotina kurdan ya pirjanr da hesp xwedî hêzeke gelekî xurt in, ji hemû heywanan bezatir in, ew dikarin ji binê behran derkevin, wek teyredeyan di ezman da perwaz bidin, mêrxasên hikyatan ji halê teng xilaz bikin. Hesp bi mêrxasên xwe ra bi zimanê merivan xeber didin, ew rê li ber siyarîyên xwe dikin, ku çawa ji halê giran derkevin. Em li gelek cîyan rastî hespan tên, wek di nav şerê di navbera eşîretan da, di dema lecbazîyê û li her deran mêrxasên hikyatan bi alîkarîya hespan mêrxasî û mêranîya xwe dîyar dikin û bi ser dikevin.
Hespê Memê Alan yê bi navê Bor bi gotin gotîyan hespekî sade bûye, lê di rê da hêzeke batinî werdigire û di rojên oxirmên giran da tê hewara xweyê xwe. Dema Memê Alan li Cizîra Botan[149] li dilketîya xwe digere, berê xwe dide jineke sêrbaz, ku li beravê hirî dişûşt, ji wê pirsyara evîndara xwe dike. Ew jina sêrbaz jê ra dibêje, ku dilketîya Memê ew bi xwe ye. Hespê Memê bona xwedîyê xwe ji belayê xilaz bike, zimanê merivan werdigire û bi Memê ra dipeyîve:
“Memê tu lawikê dîn î
Ya tu dibêjî, ne ew Zîn e
Ew xûşka Bekirê Ewan e
Tu cara kar ji wê nîne“
Di berhemên folklorîk da hesp carna wek heywanên behrî an jî ezmanî pêşda tên û xwedî hêzeke batinî ne. Ewana ji behran dertên, wek di destana kurdî ya ”Cibrî” da hespê şînboz, an jî kurkîk Celalîyê di destana ermenîyan ya bi navê ”Sasûnsî Davît” da û ew alîkarîya mêrxasên gelêrîyê dikin.
Gotina ”Şînboz” kurdî ye, ji gotinên şîn û sipî çê bûye. Gava kurd dibêjin şînboz, qesta wan hespên ku rengê şîn lê dikeve ye. Gelek milet di berhemên zargotinî da rengê behrê dane hespan. Di berhemên kurdî yên zargotinî da hespê reş jî derbaz dibe.
Merivên berî dewrana me ser wê bawerîyê bûne, ku hesp xwedîyê hêzeke ezmanî ye, ew wek heywanekî ziyaretî hatîye hesibandin.
Kurd herdem jî derheqa hespan da bi pesin û dilgermî xeber dane, ew wek sîmvola mirazan (hespê mirazan) binavkirine, ser wê bawerîyê bûne, ku hesp xilazkirîyê ruhan e.
Êzdî bi hespan va ewqas girêdayî bûne, ewqas ji wana hiz kirine, ku ser gorên merivên xwe heykelên hespan danîne. Ji vê yekê wisa xuya dibe, ku kesê rehmetlêbûyî siyarîkî hêle bûye, ku ruhê wî merivî li wê dinyayê bi ruhê hespê ra eyan bûye.
Di mîtologîya kurdî da hesp bi ruhan û Xwedêyan va tê girêdanê. Yek ji Xwedayên di dema pûtperestîyê da Xidir Nebî ye, ku hespekî wî yê şînboz hebûye. Gorî lêgêndan, hespên beza dikaribûn di erşê ezmîn da bifirîyana, di berhemên zargotinî da hespên bi perr û bask jî hene, yên ku mêrxasan ji dinya tarî derdixine dinya ronik.